Heyiva Adarê, di
Gotinêt Mezinan da
Heci Cefer
Dema Heyiva Şwatê
bi sir û serma xove wexerdiket, Heyiva Adara pîroz dibîte Mêvaneka Gîyan
sivik û bi qedir û biha. Her duwasde Heyivêt Salê Gotin û Çirok û Serhatêt
taybetî hene, çonkî jîn û jara Xelkî bivan Heyivanve heye, milmilaneyek
dinavbera Mirovî û ser û berê van Heyiva heye, lewma her Heyivekê ji
Heyivêt Salê cihê xo dinav Çirok û Serhatî û Gotinêt Mezinan da kiriye û
boye Serbûr û Serpêhatî bo Jiyana Mirovan.
Heyiva Adarê jî cihekê taybeti divan Çirok û Gotina da heye, çonkî li vê
Heyivê Jiyan Nûjen di bît û hemî tiştê li bin Erdî, bi Giyan di kevît û
dête Meydana Jînê.
Li vê Heyivê Bihar destpêdiket û Xelk di girnijît û (Melkejat) piv diket
Giyayê Biharê:
(18eyi Adarê, Melkejat hate xwarê, piv kir Giyayê Biharê).
Lê Bihara Kurdistanê wekû yek û diyek demda destpênaket, dema Bihar li
Germiyana dêt, hêşta li Zozana befre, lewma gotiye:
„Adarê Meşka li Darê, ne li hêre, li
beriya Şingarê“.
Yan:
„Befir li Zozana dêt rim rim, li deştê şîn
dibît Genim, Cotiyar dibîte Hakim“.
Nek Bihar serê Adarê nahêt, belko heta 18eyi Adarê jî, hêşta Befir di
barît, di bêjin:
„Hejdeyî Adarê, ne gire ji Biharê, dûr
nîne dû bihostêt Befirê bêne xwarê“.
Hindek jî di bêjin:
„Hejdeyî Adarê, ne gire ji Biharê, heta
bîst û çwarê“.
Lê hindî Befir bêt, xo nagirît û dê helîyêt di bêjin:
„Befra Adarê, bikevît heta Gohêt Darê,
namînît heta êvarê“.
Herçewa bît, Xelk li vê Heyvê ji sir û serma Ziztanê rizgar dibît û tirs
dilî da namînît, hindek Dar û Giya û Germa peyda dibît, di bêjin:
„Adarê serê Darê, xoştire ji binê Darê“.
Yan dibêjin:
„Adarê Seh kefte ber siha Darê“.
Lê Mirov her pêtivî Agiriye, di bêjin:
„Adarê Agir xoştire, ji Zavarê“.
Hindek Gotinêt din hene, her
çende navê Adarê li gel nîne, lê di kevne di Heyîva Adarê da û li ser
Heyîva Adarê têne jimartin wekû di bêjin:
„Pîvûk ne Bihare, Jina bi Mêr ne Yare“.
Yan di bêjin:
„Kêrat ne Bihare, Jina bi Mêr ne Yare“.
Ev (Pîvûke), li gel Dara (Kêrat)ê, li
serê Adarê şyîn dibin û bixemil di kevin, lê weku ji Gotinêt jorî dîyar
dibît, hêşta eve nîşanêt Biharê nînin.
„Newroz“ Rojeka geşedare, di Mêjuwa Milletê Kurd da, ew roje, ya ku Kurd
ji bin destê Dû Zilma rizgar boyîn û rizgar di bin, yek Zûlim û zordariya
Zistana dîr û dirêş, dû Zûlim û zordariya (Zihak)ê xwîn mêje.
Weku diyare Sala
Kurdî li (21) bîst û yekê Adarê destpê diket, li vê rojê Şev û Roj hindî
yek lê tên, sir û serma li vê Rojê namînin û serê Biharê ye û serê xoşiyê
ye, di bêjin:
„Newroz, xilas bun de´wa û dûz, ne dibît
herî, ne dibît Tûz“.
Heke hat û li vê rojê Xelk li Serbana binvît, ya diruste û çi zerer bu
nîne, heta Mirov dikarît Landika Zaroka jî bibete Serbanî, di bêjin:
„Newroza Sûltanî, Landika sava bibe
Serbanî, çi êş nagehin leşê Xodanî“.
„Zîpe“,
ku heşt Rojin, di kevne pêncî Adarê heta sêzdey Adarê, rojêt sarin di
Adarê da, di bêjin:
„Ez Zîpeme, Zîpedarim, heke bi barim, heke
ne barim, ez her yê sarim“.
Yan di bêjin:
„Heke Zîpe barî, me zûyî darê, heke ne
barî Genmê di Karê“.
„Qirîpe“ jî heşt rojin, li dûyîv Zîpara tên, dîyare evejî bu Pîrejina di
sarin, lew gotiye:
„Bayê Zîpane, Memkêt Qirîpkane, li Kiça
dermane, li Pîrejina Şev tane“.
Heke Zîpe ji pênçê heta sêzdey Adarê bin, (Roja Gîskî) dê kevîte Dizîpada,
yan dû roj paşî Zîpa, Çîroka Roja Gîskî eveye:
Li vê rojê Dunya Gerim di bît, Gîsik yariya di ket û di kevte leyîzoka,
kerbêt Şivanî gelek ji Gîskî vedibin, vêca dê bêjte Adarê:
„Ya Dada Adar, bide min rojeka sar, da
Gîskî pê bikem dar“.
Dê Dunya
wesa sar bît, Gîsik dê ji serma mirît, Şivan dê Gîskî vekujît paşî dê
Dunya hind gerim bît, Şivan dê Gîskî bete ber siha Darê Gorêt.
Herweku me li serê Gotara Xo gotî, Bihar li Kurdistanê li hemî Devera, di
yek dem da destpênaken, lewma dijatiyek -tenaqith-
di navbera Gotinan da heye, çonkî her Gotinek
bu Cihek taybetî hatiye gotin.
Bila ewjî bîte Zanîn, ku 1.Adara Heyîva Hukumetî 1.3., nabîte serê Adara
Kurdî, hêşta 14 roj di mînin bu serê Adarê, lê dîsan nîşanêt Biharê li vî
demî jî diyar na bin, heta 18. Adarê, lê dîsan nek li hemî Ciha, belku li
Dûlêt Zêbarê, ewjî ne li Erdî, belku li serê Darê, herweku ji vê Gotinê
dîyar dibît:
40 Çilene
20 Biçene
16 Cemad
8 Qirîpe
4 Hene
2 Dî linik
(Xilasbûn
Zirîpk û Qirîpik, xoşbûn der û dûlik, Gayê sor berde rwîne nik, dê têr xût
bê şik…. Jivêre heta Stembûl Kiçik, derket Şat û Şoto Şemender, Bes û Musa
Eskendir, ji bin Zûlma Zistanê hatine der, ew li çendê?
18.
Adarê, 18. Adarê, pisyara Biharê, li vêre ne, li Dûlet Zêbarê, ewjî li
Erdî ne, li serê darê).
Têbînî:
Ev Gotare di Kovara Serhildan(bi Tîpêt Erebî) li Duhok, Jimare 2, li Sala
1993 da hatiye belav kirin.
Pirtûka Mehvanan
|
|