Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!

"Çend vekolîn li dor 'Mem û Zîn' a Ehmedê Xanî" ji alî Hecî Cehfer de

Husein Muhammed: mehname@yahoo.com



Nivîskarê Xanî-nas birêz Hecî Cehfer di vê pirtûka xwe ya dorî 140-rûpelî de xwendevanên xwe di gelek biwarên cuda de dibe nav gulistana hunerrengîn a Mem û Zînê. Ev pirtûk bi kurmancî lê bi alfabeya kurdî-erebî di nav xeleka lêkolînên kurdî ya Navenda Havîbûn a Lêkolîn û Weşanên Kurdî li Berlînê bi çapek bedew û spehî derketiye.

Pirtûk ji 14 lêkolîn û gotarên nivîser Hecî Cehfer pêk hatiye. Hin ji wan berê di weşanin cuda hatiye belavkirin û hin jî - wek ku nivîskar bi xwe dibêje - "dê ji nû çavên we maçî bikin". Hin ji lêkolînan hê di destpêka salên 90î de hatine nivîsîn, hin jî yên par û pêrar in. Em naveroka pirtûkê ji we yê pirrî hêja re li vir rêz dikin:





Xanî divê mîrê kurdan çewa be?
şahî û xem li nik Xanî
Ehmedê Xanî evîndar bûye!!
Hevalînî di Mem û Zînê de
Hinek rewişt û tîtalên kurdewarî di Mem û Zînê de
Ehmedê Xanî û baweriyên millî
Hêma jimarê û Mem û Zîna Xanî
Êzidiyatî di Mem û Zîna Xanî de
Xanî û lêborîn
Îşaretên quranî di Mem û Zîna Xanî de
Hinek îşaretên încilî û tewratî di Mem û Zîna Xanî de
Hêma perrindan di Mem û Zîna Xanî de
Ji Mem û Zîna folklorî bo Mem û Zîna Xanî
Hevpeyivîn digel Ehmedê Xanî

Heke mirov piçekî jî ji Mem û Zînê hez bike, dê pirraniya van lêkolîn û nivîsaran jê re balkêş bin. Herwiha bo wan kesan jî, yên ta niha qet Mem û Zîn nexwendiye, ev pirtûka lêkolînan dikare derî li ber têgihîna Xanî, berhem û ramanên wî vebike. Di nirxandina vê pirtûkê de mirov dikare li ser her nivîsarek wê kûr bibe û gelek tiştan bibêje. Lê dema ev lêkolîn bo xwendinê di dest min de bû, bi taybetî van mijarên jêrîn ez bal xwe kişandim û dilê min xwest ku herî zêde û zû wan bixwînim:


Êzidiyatî di Mem û Zîna Xanî de
Ehmedê Xanî û baweriyên millî
Hinek îşaretên încilî û tewratî di Mem û Zîna Xanî de
Ji Mem û Zîna folklorî bo Mem û Zîna Xanî

Balkêşî û giringiya van her çar mijaran bo min ne ji ber hindê bû ku lêkolînên din ên pirtûkê ne giring in lê ji ber ku ev çar lêkolîn gelek aliyên Mem û Zînê yên xama yên hê kesekî zêde tiştek li ser nenivîsiye vedikolin.

Birêz Hecî Cehfer pirraniya lêkolînên xwe bi tidark û pergalek zanistî dike. Nivîsarên xwe bi kurtepêşgotinekê dest pê dike, dûre diçe nav babeta lêkolînê û dawiyê jî di bin navê "encam" de raman û encamên giştî yên vekolîna xwe bi kurtebirrî arasteyî me dike.

Êzidiyatî di Mem û Zîna Xanî de

"Êzidiyatî di Mem û Zîna Xanî de" bi baweriya min biserketîtirîn lêkolîna nivîserê vê pirtûkê ye û ew bi vê babeta xwe hin ji stûnên bingehîn ên bîreweriyên Xanî û lehengên wî ravedike. Nivîser bi argument û destnîşankirinên pêbawer raçav dike ka çawan tevî sofîtî û dilsoziya Xanî ya bo Îslamê jî, hin rewişt û tîtalên êzidîtî serdarên baweriya wî û bingeha Mem û Zînê ne. Di vê lêkolîna ji 17 rûpelan pêkhatî de kûrnasiya birêz Hecî Cehfer a hem Mem û Zînê û hem jî êzîdîtiyê baş diyar e. Wî herwiha gelek jêder û çavkaniyên bihagiran bi kar anîne ku tê hêvîkirin vekolerên din jî yên kurd serî li wan kaniyan bidin. Wek encam, ji vê lêkolînê baş zelal dibe ku pergala civaka di Mem û Zînê de mijar li ser ji sîstemek îslamî zêdetir komelek êzidî ye. Ev lêkolîn wê angaştê (îdiayê) xurt dike û dizeximîne ya ku dibêje binyata mîrên Botan ji êzidiyan bûye.

Ehmedê Xanî û baweriyên millî

Ji berî ez dest bi xwendina nivîsara bi sernavê "Ehmedê Xanî û baweriyên millî" bikim, min bawer kir ku dê tê de basa neteweperweriya Xanî bê kirin - ji ber ku Xanî wek babê neteweperweriya kurdî tê nasîn. Lê piştî ku min nivîsar ta dawî xwend, kêfa min hat ku mijar ne li ser baweriyên neteweyî lê baweriyên gelêrî bû. Ango birêz Cehfer peyva "millî" ne li şûna "neteweyî" lê li şûna "gelêrî" bi kar anîbû. Mijar li ser baweriyên di nav xelkê kurd de bû ka çawan Xanî ew ji nav gel wergirtine û di Mem û Zîna xwe de hewandine.

Hinek îşaretên încilî û tewratî di Mem û Zîna Xanî de

Ji berî "Hinek îşaretên încilî û tewratî di Mem û Zîna Xanî de" de, babetek bi sernavê "Îşaretên quranî di Mem û Zîna Xanî de" di pirtûkê de cî girtiye. Bi vê babeta paştir vekolerê me zelal kiriye ka di kîjan beşên Mem û Zînê de sûde ji Quranê hatiye wergirtin. Bi gotina nivîser, dema wî ev lêkolîna li ser Mem û Zînê û Quranê kiriye, wî peyre xwestiye fêr bibe ka bandora Tewrat û Încîlê jî li ser Xanî bûye yan na. Nivîserê pirtûkê bi baweriya xwe digihe wê encamê ku Xanî hay ji Încîl û Tewratê jî hebûye û ew jî xwendine û di Mem û Zînê de mifa ji wan jî girtiye.

Ez bi xwe nizanim bibêjim ka Xanî ew xwendine û sûde ji wan girtiye yan na. Lê ya xwiya ew e ku mixabin argumentên birêz Cehfer têrî hindê nakin ku mirov bi misogerî û piştrastî bigihe vê encamê.

Bo nimûne, nivîser van gotinên ji Mem û Zînê raberî me dike: Ew jî ku bezîne wê hewarê / wî mutehemî wa gote yarê / Tacdîn te dî çi reng eda kir / Mûsa li me behra xem ziwa kir. Û bawer dike ku ew gotin ji bandora van gotinên Tewratê ne: Gava Mûsa destê xwe li avê da, bayek dijwar ji rojhilat ve hat, ew ba ta spêdeyê berdewam bû, paşî derya şeq kir û rêyek ziwa di nêva wê de durist kir.

Erê têkiliyan van herdu gotinan bi hev re hene lê jixwe Îslam jî nas dike ku Mûsa gopalê xwe diavêje û derya ziwa dibe daku ji qewmê wî re bibe borek daku ji fîrawin bifilitin. Ango ne îhtîmal e ev bendên Tewratê di dilê Xanî de bûn dema wî wiha gotiye.

Mînakek din jî ev gotinên Mem û Zînê ne: Ey xame te jî gelek dirêj kir / ev name bes e[;] te pirr qirêj kir / herçend kelam şibhê durr bit / bêqedir dibit dema pirr bit. Dîsan nivîser bawer dike ku ew ji bandora gotinên Tewratê "Pirrbêjî mirov dixe xeletiyê" yan ên Încîlê "Dema hûn nivêjan dikin, ne pirrbêj bin" e. Lê ev helwesta dijî dirêjbêjiyê û zêdeaxiftinê di nêv hemî gelan de heye û ti îhtîmal nîn e ku Xanî çûbe li Tewrat û Încîlan gerîbe taku ew gotin ji xwe re peyda kiribe!

Ji Mem û Zîna folklorî bo Mem û Zîna Xanî

Tevî ku Xanî bi şanazî di Mem û Zînê de dibêje ku hemî mijar, avanî, çîrok û raman ên wî bi xwe ne, lê rastî ew e ku wî bêyom sûde û mifa ji Destana Memê Alan ango "Mem û Zîna Folklorî" wergirtiye. Mijar, leheng û çîrok bi giştî malê gel bûye. Lê Xanî ew vejiyandiye û ramanên xwe yên neteweyî, felsefeyî û dînî hindirandine wê. Lê ev qet ne kêmasiyek e bo berhemê. Di rastiyê de li serdema Xanî bi pirranî nivîskaran wiha dikir. Wek mînak, hema yek jî ji zêdeyî çil şanoyên William Shakespeare ne çîrokên wî bi xwe ne. Lê ya giring ew e ku wî ramanên xwe, giyanê xwe yê nivîskarî xistiye wan berheman. Xanî jî tam wisan kiriye. Bi baweriya min sedem ne ew e ku ev herdu nivîskar û ramanwerên bêpayan wisan mejîziwa bûn ku nedikarîn çîrokekê ji bal xwe çêbikin. Bi baweriya min, sedemek îhtîmal heye ka wan çima wiha kiriye:

Hem Xanî hem jî Shakespeare li serdemekê jiyane ku gel û civakê bi şanazî pêşwazî li berhemên çêkirî û di serê kesekî afirandî nedikir. Diviyabû çîrok rast bûna. Heke ne rast bûna jî, bi baweriya xelkê, çîrokên heyî her û her hebûne û dê her û her ew hebin û dê ne ti ji wan bên kêmkirin û ne jî dê ti li wan bên zêdekirin! Di serdema Shakespeare de li Ewropayê ronesansê dest pê kiribû. Hingê ronesans (ango vewelidîn an vejîn) tenê dihat wê wateyê ku divê ronakbîr li berhemên serdema antîk vebigerin, ne bi xwe tiştekî biafirînin loma Shakepeare çîrokên nas - gelek ji wan ji serdema antîk - anîn û ew ji nû hûnandin û bi wî awayî karî ramanên xwe bigihîne civakê. Bo Xaniyê sofî, dibe ku afirandina çîrokekê ji nik xwe gunehek mezin an jî - herî kêm - derewkirin be. Heke ew bi xwe wiha nefikirîbe jî, wî dê nikariya çîroka bi xwe afirandî di civakê de bide pejirandin. Loma wî çîroka pirr kevnare a Mem û Zînê aniye û - wek ku bi xwe jî bi aşkerayî dibêje - ji xwe re kiriye bahane û hêcet daku ramanên xwe bigihîne civakê.

Bi vê pirtûka xwe, birêz Hecî Cehfer gelek deriyên nû yên Mem û Zînê li ber me vedike. Yê vê pirtûkê bixwîne, dê baş di van gotinan bigihe!

Govara Mehname



<-----