Site hosted by Angelfire.com: Build your free website today!

 
 

 

Pîre Payîzokek, ji Folkolorê Kurdêt Badînan

Hecî Cefer

Hey Dilo ji evro pêve Payîze,
Min neker kar û barê Zivistanê
Serê Zozanokêt jûrîm, bi mij û moranê werbon,
Binê Deştika jêrî, di xazît tavyek Baranê
Memkêt te kolmalbabê, Par û Pêrar li min hind kokebon,
kengî Sala vê Salê hatîne ramosanê
Ez tengezar û bendewarê Bejneka bilindim,
Dû Çavêt reşim, Navtengeka ziravim

* * *

Hey jaro Ezo…
ji evro pêve Payîze, ci Payîzeka bi lez û beze
Serê Zozankêt jûrî, bi mij û moranê werbon,
Binê Deştika jêrî, Belikxezal ketine kevne Reze
Memkêt Te kolmalbabê, par û pêr li min hindkokebon,
Sala evê Salê, yêt ketîne, ber leqan û maçan û Geze
Tegezar û bendewarê Navtengeka Ziravim, dû Çavêt belekim

* * *

Hey jaro Ezo…
ji evro pêve Payîze, çi Payîzeka bi xêr û bêre
Pêro yê li min bilindboyîn, Terazî Sêne
Gilavêja Malxirab, xo di helavêt, nav herame Quşanê Stêre
Memkêt Te kolmalbabê, par û pêr li min hindkokebon,
Sala evê Salê, yêt ketîne ber kendêt Malan û Mêre
Tegezarê Bejneka bilindim, Navtengeka Ziravim,
Dû Çavêt reşbelekim… Hey jaro Ezo

 

This counter provided for free from HTMLcounter.com!